Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Hêzên girêdayê rejîma Îranê li Sûriyê bombebaran kirin

12:10 - 26 Şibat 2021

Wezareta Berevanî ya Amerîka, daye zanîn ku Artêşa Amerîka, binkeyên hêzên girêdayê rejîma Îranê li rojavayê Sûriyê, kirine armanca xwe û ew bersiva Amerîka li derheq êrîşa dawî ya balafirxaneya Hewlêrê ye.

Roja Pêncşemî 25ê Şibatê, Fermandê “CENTCOM”ê, General “Kenneth McKenzie”, ragihand: “Bi Fermana Serkomarê Amerîka “Joe Biden”, ser êwara roja Pêncşemî, hêzên Amerîka êrîşa esmanî kirrne ser binkeyên hêzên girêdayê Îranê di rojhelata Sûriyê de”.

Herwisa navbirî ragihand: “Ew êrîşa di bersîva êrîşa dawî ya li ser kesên Amrîkayî û hevpeymanan û gefên bi dom yên dijî wan kesan e”.

Fermandê “CENTCOM”ê ragihandiye ku: “Bi awayekî rohn ew êrîşa bû sedema jinavçûna çendîn binkeyêyan li xaleke kontrola sînorî ku ji aliyê girûpên milîs yên girêdayê komara Îslamiya Îranê wekî Hizbullah û Ketayîb Seydullşoheda ve, dihate bikaranînê .

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, li wê derheqê de ragihand: “em alxahînin ku me kê kiriye armanc û em dizanin ku me li kê didin”.

Herwisa Çavedêrê Mafê Mirov li Sûriyê jî ragihandiye ku di êrîşa esmanî ya hêzên Amerîka li ser 3 maşînên veguhanstina cebirxanê li nêzî bajarê “Bûkemal” 17 kes hatine kuştin ku hêzên “Heşda Şe`ibî bûne”.