Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka hêzên xwe di kendavê de zêdetir dike

13:40 - 1 Tebax 2020

Amerîka bi armanca bihêztirkirin û zêdetirkirina hêzên xwe di kendavê de, hêza serbaziya zêdetir dikêşe kendavê.

Piştî manora teblîxatî ya Spaha  terorîst a Pasdaran di kendavê de, Fermandeyê hêzên navendî ya Amerîka bi belavkirina vidyo yekê, ragihand ku, “Leşker ê Yekim” yê “Hezên wejayî ” yên Amerîka, amade bûye ku bo tewaw kirina operasiyonên dijwar, bo kendavê bê veguhastinê û tîpek ya wê leşkerê jî, bona piştewaniya leşkerî bi armanca hevkarî digel hêzên “Sentkam”ê hatine şandin.

Amerîka bi armanca bi qawetkirina hêzên xwe li hember şerxwaziyên rejîma Îran ê di kendavê de, hejmara hêzên xwe zêdetir dike.

Herçiqas ku hatina hêzên wejayî yê arteşa Amerîka, bo rejîma Îran ê re nûçeyekî pir nexweşe, lê nîşan dide ku Amerîka bona kontrolkirin û rewstandina kiryarên rejîma Terorîstî a Îran ê, micide û herwisa cehda Amerîka derheq dirêjkirina heyamê dorpêça li ser cebirxana Îran ê, siyasetyên rejîma Îranê bona hinardekirina şoreşa Îslamî anku alozîxistin, teror û gendelî bo cîhanê bi ronî nas dike û hemû cure  cehdên xwe bona rawstandina rejîma Îranê, dê bikar bîne.