Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka ji Ajansa Navneteweyî daxwaz kir, derheq embara nû ya navikî ya Îranê lêpirsînê encam bide

11:51 - 30 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Amerîkayê daxwaz ji Ajansa Navneteweyî kir da ku derheq axavtinên “Benjamin Netanyahu” yên derheq eşkerekirina navenda nû a rejîma Îranê lêpirsînê ecnam bide.

 “Benjamin Netanyahu”  di  civîna civata giştî de, embareke nû a navikî a Îranê li bajarê Tehranê de da eşkerekirin, û li gorî axavtinên navibrî, rejîma Îranê di vê embarê de çalakiyên navikî encam dide û ev der nîşanî Ajansa Navneteweyî nedaye, û agehdarên di vê derheqê de dibêjin ku ev kiriyara  hikûmeta Îranê tu pêwendiyek bi lihevkkirina Bercamê tuneye, lê cihên wiha dibe lêpirsîn bê kirin û em nikarin derheq vê de bê helwêst bin. 

“Benjamin Netanyahu” di axavtinên xwe de,  bas ji embareke mezin a ragirtina madeyên “Radyo Ektîv” di bajarê Tehranê de kir got ku, herçend ku ev kiryara hikûmeta Îranê girêdayî sozên Îranê di çarçêveya Bercamê de nîne, lê yek ji van cihane ku dibe derheq vê de, lêpirsîn bê encamdan.

Ji dîtingeha Îsra`îlê, ev belgeyane vê yekê îsbat dikin ku, armanca rejîma Îranê, bidestveanîna çeka navikî ye û dev ji vê kiryara xwe ber nedaye.

Li gorî gotinan, heta xwdîkirina medayên “Radyo ektîv” di embara di nav bajarê Tehranê de, nîşaneya binpêkirina lihevkirina Bercamê ji aliyê rejîma Îranê ve nebe jî, lê rejîma Îranê ev embara ji Ajansa Navneteweyî veşartiye, û eva di demekê de ye ku, soz daye da ku bi zelalî kar bike.

Bepiresekî Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin ku, Ajansa Navneteweyî erka lêpirsîna bi hûrî  heye, da ku bide zelalkirin ku rejîma Îranê çi cure çalakiyên navikî encam dide, û li gorî peymana “NPT” ku Îranê di serdema şah de bûye endamê wê, hikûmeta Îslamî ya Îranê jî wezîfe heye ku vê peymanê berçav bigire û Ajansa Navneteweyî derheq çalakiyên navikî yên xwe agehdar bike.