Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka ji Navenda Şêvra Mafê Mirovan ya Saziya NY vekişiya

19:43 - 20 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Şêvra Mafê Mirovan ya Saziya NY, êdî civînên xwe bi bê beşdariya Amerîkayê wê bi rê ve bibe.

 “Nikki Hellay” nûnera Amerîkayê ya di Saziya NY de ragehand, ku welatê wê di Şêvra Mafê Mirovan a Saziya NY de vekişiya ye,  û  ev yeka jî bi vê sedemê bûye ku tu welateke din yên endam di vê navendê de, çalakane di civîn û biryardana de beşdarî nekirine, û şerê me jî di pêxema çaksaziya vê şêvra durû û xwerazî de bê encam maye.

“Hellay”  bas ji vê jî kir ku: “Di  encama vê karê me  de, ez dixwazim  bi rengekî tewaw bidim zelalkirin ku  vekişiyana me bi sedema pêbendnebûna me derheqê mafên mirovan de nebûye”.

 “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê di dema hilbijartinên xwe de, çendîn soz û qewl dabûn, ku wê ji hindek navendên navneteweyî vekişe, û bûdca hindek ji van navendan jî wê qut bike.

Navenda Şêvra Mafê Mirovan ya Saziya NY, yek ji navendên Saziya NY ye, û erk û wezîfeya wê navendê, nîşandana binpêkirina mafê mirovan e, û di sala  2006`an de ava bûye.