
Kurdistanmedia: Amerîka komek belgeyên nû dane eşekere kirin ku di vê dawyî de li destebendiyên veşartî de dest xistine û tê de îşare bi rola Komara Îslamî di çekdar kirin û hînkirina milîşên Îraqî yên dijberên Amerîkayê bo şer li dijî hêzên Amerîkayê dike.
Rojnameya “Wall Street Journal” di raporteke xwe ku li gorî belgeyên nû yên Amerîkayê yên derheq bingehên vekolînên yên derheq milîşên Şî`eyên Îraqê de hatiye darêtin, bas ji heyamên salên di navbera 2003`an heya 2011`an dike û dibêje: Komara Îslamî milîşên Îraqê bo encamdana komek êrîşên hovane û metirsîdar li dijî hêzên Amerîkayê amade kirine.
Herwisa di raportekê de hatiye ku: Îranê ew kesane bi çekên pêşkevtî û bombeyan amade dikirin, ku gelale û bernameyên êrîşkirinê ji bo van darêtin e û ewa jî piştî wê yekê bûye ku hevwelatiyên Îraqî di binkeyeke leşkerî a girêdayî Spaha Pasdaranê li nêzîkî bajarê Tehranê hînî kiryarên terorîstî û çavaniya mifah vergirtin ji alavên şer hatine kirin.
Di vê belgenameyê hatiye: Komara Îslamî ji bo perwerdekirina milîşan, ji ezmûnên Hizbulaha Lubannê jî mifah wergirtiye ku di şerê partîzanî de bo li nav bajar de gellek bi ezmûn in, her bi xwe jî gellek baş dizanin ku çavan şerekî malvêrankirin û demdirêj bi afirînin û ev xalên girîng yên şer jî, hînî milîşên Îraqî yên dijberên Amerîkayê kirine.
Piştî herifîna desthilata “Sedam Husên” welatê Îraqê bo bi qadên ji bo alozkirin û perwerdekirina çekdar û terorîstên girêdayî Komara Îslamî û her bi vê rê jî, Tehranê karî nifoza xwe ji bo nav axa Îraqê de bi rengekî metirsîdar berfireh bike.