Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka lêbûrîna Navkiya Îranê dirêj nake

12:24 - 28 Gulan 2020

Roja Çarşemî 27`ê Gulanê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompeo”, di daxuyaniyekê de daye zanîn ku, Amerîka lêbûrîna Navkiya rejîma Îranê a girêdayê lihevhatina “Bercam”ê dirêj nake û navbirî bas ji tehrîmkirina du berpirsên Navkî yên Îranê jî kir.

“Mike Pompeo”, daye zane ku, Mecîd Aqayî û Emced Sazgar du berpirsên Navkiya Îranê, ku bi sedema hevkarîkirin yan hewildan bo hevkarîkirin li derheq dabînkirina madeyên hewce ji bo çekên komkuj û gefdar, di nav rêzbendên tehrîmên xwe zêde kirine.

Hin berpirsên Amerîkayê pêşwazî ji wê daxuyaniya Wezîrê Dereve ê Amerîkayê kirin.

Nûnerê Taybet ê Amerîka di nav karûbarê Îranê de, “Brian Hook”, daye zanîn ku, “Komara Îslamî a Îranê ji bernama xwe ya Navkî ji bo dihatstandin ji civatgeha Cîhanê mifahê jêwerdigre.”

Cihgirê Wezîrê Derve ê Amerîkayê, “Christopher Ford”, jî got: “Heya dema ku Komara Îslamî bo civînkirin li derheq peydakirina rêçareyekê digel Amerîkayê neyê ser maseya civînê, gefên Amerîkayê dê her berdewam bin.”

Pêka wê daxuyaniya Amerîkayê, rakirina lêbûrînên “Raktora Erakê, dabînkirina Uraniyoma meyandî bo raktora lêkolîna Tehranê û şandina kerestên şewata raktorên lêkolînên Îranê” ji xwe ve digre.