Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka li derheq veguhastina alavên şer ji Îranê ve bo Vênêzoêlayê, huşdarî da

12:41 - 11 Hezîran 2021

Amerîka huşdarî daye Vênêzoêlayê ku veguhastuina alavên şer, belemên lezgîn û mûşekên dûrhawêj ji Îranê bo Vênêzoêlayê qebûl nake û dê bertekê nîşan bide.

Pêka Rapora “Politico”, Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amrîka “John Kirby” huşdarî daye ku, dana alavên leşkerî yên Îranê bi dewleta “Nicolas Maduro”, karekî hestiyare e û dê bibe gefek li ser hevpeymanên me li wê deverê” de û Amrîka mafê xwe dizane ku bona rêgirîkirin ji veguhastin û dana wan cebilxaneyan, karên hewce û hevpar digel hevpeymanên xwe encam bide.

Pêka gotina zêrevanan, rejîma Vênêzoêlayê dixwaze ji wan cebilxaneyan wekî emrazeke bandorxistinê bi dijî Amerîkayê û bona hilveşandina dorpêçan bikar bîne.

Gemiya neftkêşa rejîma Îranê ya bi navê “Mukran” ku bi guherîna hin alavên li ser, wekî barhilgir bikar tê û çend belemên lezgîn û cebilxane li ser in, digel belema biçûk a şer a Arteşa rejîma Îranê ya bi navê “Sehend” niha li ser Ava behra Atlantîka başûrî ber bi welatê Vênêzoêlayê ve diçin.

Berê, Nûnerê taybet ê Wezareta Derve ya Amerîka “Elliott Abrams” li serdemê Serkomariya “Donald Trump” de ragihandibû: “Şandina mûşekên dûrhawêj ji Îranê ve bo Vênêzoêlayê ji aliyê Amerîkayê ve nayê qebûlkirin û Amerîka bi ti awayekî îzna wê veguhastinê nade”.