Amerîka piştî zewtkirina benzîna Îranê, tewawî wê benzîna ku milyonek û 200 hezar bermîl bû, firot û herwisa biryare ku Amerîka nefta reş a gemiyeke neftkêş ku nefta Îranê vediguhast û hatibû zewtkirinê jî, bifroşe.
Roja Pêncşemî 11`ê Şibatê, Berdevkê “Wezareta Dad” a Amerîka, Mark Rîmondî, daye zanîn: “Zêdetir ji milyonek bermîl benzîna Îranê ku di sala derbasbûyî de pêka dorpêçan hatibû zewtkirnê, hatiye firotin û herwisa nefta reş a Îranê jî ku di gemiyeke nefthilgir de hatibû zewtkirinê, ber bi Amerîkayê ve dîçe ku ew jî dê bê firotin”.
Rejîma Îranê piştî dorpêça aborî ya li ser nefta xwe, bi awayê neyasayî û qaçax nefta xwe di bazara reş de difroşe û hekî ew berhemên neftî yên Îranê di dema veguhastinê de ji aliyê Amrîka ve bêne dîtinê, dê wan zewtbike û bedela xisarê dide kes û aliyên xisardîtiyên terorîzmê.
Rejîma Îranê heta niha li derheq zewtkirin û firotina neft û benzîna xwe ji aliyê Amerîka ve ti bertek an gotinek tinebûye.
Dahata serast ya firotina wê benzîna Îranê ji aliyê Amerîka ve, hêj nehatiye ragihandin lê pêka nirxa benzînê, dibe bi aliyê kêm 10an milyon Dolar be.