Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Nabe cîha teslîmê xwastên rejîma Îranê be

17:04 - 18 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Piştî vê ku saziya enrejiya navikî ya rejîma Îranê ragihand ku, zêdekirina mehandina uranyomê heya asta berhemanînê bo heya meha Pûşperê, wê lihevkirina Bercamê hilveşînin, û her bi vê sebebê jî, li berpirsên Amerîkayê, daxwaz dikin da ku li hemberî xwastên vê rejîmê teslîm nebin.

“Morgan Ortagus”, Berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, roja Duşemî 27`ê Cozerdana 1398`an, di nîqaşkirinekê de, derheq gefên rejîma Îranê bo danîna diyarîkirina mohleta 10 rojî û bas ji vê yekê kir ku nabe cîhan teslîmê xwast û zêdexwaziya navikî ya rejîma Îranê bibe.

Navbirî di vê derbarê de got: Rejîma Îranê ragihandiye ku, wê di heyama10 rojên bê de, asta diyarîkirî û sînodarkirina berhemanîna Uranyoma mehandî, wê lihevkirina Bercamê rabigirin.

Her di vê derheqê de, Şêvra Ewlehiyê ya Nîştimanî a Koşka Sipî, di bersivdanekê de hewla bilindkiirna asta mehandina Uranyomê ji aliyê rejîma Îranê ve  hatiye ragihandin: Zêdekirina asta mehandina Uranyomê ji aliyê rejîma Îranê ve, corek zêdexwaziya navikiye ku, dibe digel givaşên navneteweyî, rûbirû be.