Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka nahêle rêyên avê yên navdewletî bêne girtin

15:49 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Piştî gefên Hesen Rûhanî ji bo girtina rêya avê ya Hurmuz, Artêşa Amerîkayê ragihand ku “Bi ti şêweyekî nahêlin ew rêya avê a navdewletî bê girtin.”

Bill Orban peyvdarê Navenda Fermandariya Hêzên Amerîkayê, roja çarşemiyê 13’ê Pûşpera 1397’an a Rojî (4’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî) behsa gefên Hesen Rûhanî û hin berpirsên rejîma Îranê kir ku ragihandibûn ewê rêya avê a Hurmuzê bigirin. Orban got ku “Artêşa Amerîkayê û hevpeymanên wê nahêlin rêyên avê yên navdewletî bêne girtin.”

Wî di gotûbêjekê de bi ajansa nûçeyan a Associated Press re da xuyakirin ku “Hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wan ên ku li navçeyê hatine bicîkirin, garantiya bazirganiya navdewletî û azadbûna rêyên navdewletî dikin.”

Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê, êvariya duşemiyê 2’ê Tîrmehê di civînekê de bi Îraniyên akinciyê Swîsê re ragihandibû ku “Amerîkî, wateya gotinên xwe nizanin. Çawan dibe petrola Îranê neyê firotin lê welatên din ên navçeyê bikarin di rêya avê a Hurmuzê re petrola xwe bigihînin bazarên cîhanê.”
Roja çarşemiyê jî Qasim Sulêmanî fermandarê Sipaha Quds a rejîmê, gotinên Rûhanî bi jîrane binav kirin û di nameyekê de amadeyiya xwe ji bo bicîkirina her biryarekê anî ziman ku di berjewendiya rejîmê de be.

Wezareta Derve a Amerîkayê jî roja duşemiyê ragihandibû ku “DYA li ser rêgirîkirin ji firotina petrola Îranê rijd in.”

Bi destpêkirina dorpêçên nû li ser rejîma Tehranê ku biryar e roja 4’ê Tebaxa 2018’an destpê bikin, DYA dorpêçan dixin ser petrola Îranê jî.

Ev dorpêç, tevahiya kirîn û firotinên navdewletî ên petrola Îranê û gemiyên petrolê ên Îranê jî lixwe digirin û wê kirîn û firotina petrolê û tevahiya berhemên wê bi Îranê re bêne qedexekirin.