Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka navê Spahê li rêzbenda girûpên terorîstî dernaxe

12:29 - 28 Hezîran 2022

Pêka rapora rojnameya “Washington Post”, berpirsekî payebilind ê Amerîkayê gotiye: “Mijara reşkirina navê Spaha Pasdaran ji rêzbenda girûpên terorîstî, li ser maseya danûstandinan hatiye rakirin”.

berpirsekî payebilind ê Amerîkayê ku nexwestiye navê wî eşkere bibe di hevpeyvîn digel rojnameya Amerîkayê ya “Washington Post”ê, tevî xweşbînnebûn ji encama wan danûstandinên ku biryar e li Qeterê bi rê ve here, gotiye: “lihevkirin digel rejîma Îslamî ji dema ku 3 mehan berî niha sekinî bû, nêzîktir nîne”.

Herwisa wî berpirsî gotiye: “Eger Îran behsa mijarên derveyî Bercamê bike, behskirina dubare ji pirsên berê û yên nû , ti encamek tunabe”.

Rejîma Îslamiya Îranê yek ji mercên herî girîng bona zivirîna xwe bo danûstandinên zindîkirina Bercamê, reşkirina navê Spaha Pasdaran ji rêzeya girûpên terorîstî bû, lê Amerîkayê bi caran ew daxwaza Îranê red kiriye.

Di halekê de rejîma Îslamiya Îranê daxwaz ji serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” kiribû ku, garantiya vê yekê bide ku her lihevkirinek bê encam dan, serkomarê bê yê Amerîkayê ji lihevkirinê dernekeve, wî berpirsî payebilind ê Amerîkayê gotiye: “Em bi caran ji vê mijarê derbas bûne”, herwisa rojnanmeya “Washington Post”ê nivîsandiye ku garantiyek wiha li warê yasayî ve ti îmkanek nîne”.