Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka piştevaniyê ji xwenîşandanên Îranê dike

11:33 - 17 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Derve ya Amerîkayê di helwêsa xwe ya yekemîn de, ragihand ku Amerîka ber kêlega xelkê Îranê ye û piştevaniyê ji wan dike.

Mayik Pompêo Wezîrê karûbarê derve yê Amerîkayê, li derbarê xwenîşandanên xelkê Îranê de ragihand ku, Amerîka pişta xelkê Îranê ye û dê li ber kêlega wan bisekine.

Mayik Pompêo nivîsî, berî niha min gotibû xelkê Îranê ku bona evê ku hûn bigihîne azadiyê, Aemrîka dê piştevaniyê ji we bike û dê ber tenişta we be.

Pompêo li ser rûpela xwe ya Tiwîtirê nivîsî: Piştî 40 salan bêdadiyê, xelkê Îranê li hember gendeliya rejîmê bê deng narûnên, hekî ev rabin, Amerîka dê piştevaniyê ji wan bike.

Herwiha Morgan Urtigas, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê jî piştevaniya Amerîka ji xelkê Îranê ragihand.

Herwisa Sinatorên Komarîxwaz ê Amerîkayê piştevaniya xwe ji xelkê Îranê dane xûya kirin ragihand, tenê rêka dawî pêhanîna wan, sernixûniya rejîmê ye.

Tam Katin, Sinatorê komarîxwaz ragihand: Dibe em li ber kêlega xelkê bivêr û çeleng yên Îranê bin.

Herwisa Wilyam Hêrd Nûnerê Meclisa Amerîkayê ragihand: Bo evê ku hem xelkê Îranê û hem cîhan ji dest vê rejîma terorîst xelas bibin, dibe em pişta xelkê Îranê bigrin û vê rejîmê sernixûn bikin.