
Kurdistanmedia: Amerîkayê daxwaz ji Îsraîlê kir da ku li hemberî êrîşên Îsraîlê li dijî binkeyên Îranê di Sûriyê de çavên xwe bigre.
Amerîkayê roja Çarşemiyê ragehand ku Rûsiye dibe ku serbarê teyarkirina rejîma Sûriyê bi pedafenda esmanî ya S-300, lê îznê bide îsraîlê, da ku êrîşî ser armancên Îranê di nav xaka Sûriyê de bike.
“James Jeffrey” şandiyê Amerîkayê bo Sûriyê ragehandiye: “Rûsiyê di dema hevdîtina xwe ya bi berpirsyarên Îsraîlî re, çavpoşî dikir, û em hêvî dikin ku ji niha şûnda jî her bi vî rengî be”.
Moskoyê di meha “October”ê de, û piştî vê ku di dema bombebarana esmaniya hinek binkeyan di nav xaka Sûriyê de, bi awayekî nerasterast bûye sedema ketina balafira wan di nav xaka Sûriyê de, bo yekem car ragehand ku wan pedafenda S-300 dane rejîmê.
“James Jeffrey” di heman biyavî de ragehandiye: “Berjewendiyên Îsraîlê yên dirêjheyam wisa dixwazin ku ew pêşiya mana dirêjheyam ya hêzên çekdar bigrin, ku Îran hewl dide, wan di nav xaka Sûriyê de bi cih bike, û li dijî Îsraîlê wan bi kar bîne. Nûnerê Amerîkayê bo karûbarê Sûriyê, derheq hebûna hêzên rejîma Îranê her wisa zêde kir:
“Armanca siyaseta welatê wî, têkşikandina dawiyê ya DAÎŞ`ê, hewldan bo çareseriya kirîza Sûriyê li gora biryarnameya hejma 2254 ya Konseya ewlekariyê, û herwisa garantîkirina derketina tewahiya hêzên di bin fermandehiya Îranê yên di Sûriyê de ye”.