Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Qasim Silêmanî biryara revandin û kuştina Amerîkan daye

13:31 - 19 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên Amerîkayê ragihandine ku, fermandeyê Spaha Qudis a terorîst, biryara revandin û kuştina hevwelatiyên Amerîkayê li seranserê cîhanê, ji girûpên tirorîst ên girêdayî rejîma Îranê re daye.

 “Mayk Mekûl” nûnerê Komarîxwazên herêma “Texas” a Amerîkayê, li gotûbêja di gel rojnameya “US Today” a Amerîkayê ragihandiye ku, li gorî van zanyariyên ku berpirsên “Washingtonê” bi dest xistine, Qasim Silêmanî yê terorîst, fermandeyê taya Qudis a Spaha Pasdaran a terorîst, biryara revandin û kuştina serbaz û hevwelatiyên Amerîkayê ji girûp û saziyên terorîst yên girêdayî rejîma Îranê yên li dever û bi taybet ji Hizbula Lubnanê re daye.

Li gorî gotinên navbirî, zanyariyên berpirsên “Washington”ê, ev biryara Qasim Silêmanî, bûye sedema serekî bo vê ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê “Pentagonê” hêz û çek û teqemeniyeke zêde bişîne deverê.

 “Mekûl” li berdewamiya axavtinên xwe de got, Silêmanî yê terorîst, fermandeyê taya Qudis a Spaha Pasdaran a terorîst, di nameyekê de daxwaz ji çekdarên ser bi Hizbula Lubnanê kiriye ku, hewla revandin û kuştina Serbazên Amerîlkayê bide, hemû berpisên Amerîkayê dizanin ku Qasim Silêmaniyê terorîst, di gel çekdarên Îraq û yên deverê ku bigiştî bo rejîma Îranê kar dikin, civiyaye û her bi wê sedemê jî, ji wan re gotiye ku, dibe xwe bo şerekî bedel li hemberî Amerîkayê amade bikin.

Di dawiyê de navbirî îşare bi wê yekê kiriye ku, Qasim Silêmaniyê terorîst, di peyamekê de ji Hizbula Luban û bi taybet tayên wan yên terorîst ên ku, şarezayên baş derheq revandinê hene, daxwaz kiriye ku hevwelatiyên Amerîkayê birevînin û bikujin.