Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka ragehand wê deshilateke Kurdi li Rojava pêk bîne

17:32 - 13 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî vê ku Amerîka piştgiriya xwe ji bona avakirina dehilateke Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ragehand , ew nigeraniya cem Rusiyê dirûst bûye ku Amerîka li fikra avakirina welatê Kurdistana mezin de ye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê “Sergey Lavrov” ragihand, ku Amerîka bi alîkariya hevpeymanên xwe yên Kurd li Sûriyê hewl dide nîv dewletekê li derveyî kontrola Şamê li Rojhilatê çemê Firatê ava bike û got ku egera vê yekê heye, ku Amerîka pirsa Kurdistana mezin têxe rojevê.

“Sergey Lavrov” ji çend kenalên ragihandinê yên welatê xwe re diyar kir: “Amerîka bi hevkar û hevpeymanên xwe re li Sûriyê, hewla damezrandina dewletekê li Rojavayê Kurdistanê dide û bi rêya hevpeymanên xwe, beriya hemûyan Kurd, hewl dide wan rûberan bi kar bîne da ku dewleteke neyasayî damezrîne.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Li gor baweriya min pirsgirêka Idlibê wê pirsgirêka herî dawî be li Sûriyê.”

 “Lavrov” destnîşan kir, ku rewşa Rojhilatê Firatê nayê qebûlkirin û got: “Amerîka bi karên nerewa radibe, ku niha li wê deverê dezgeh û saziyên desthilatekê hatine avakirin, da ku cihê dezgehên hikûmeta Sûriyê bigirin.”

“Sergey Lavrov” ev yek jî anî ziman, ku egera vê yekê heye, ku Amerîka pirsa Kurdistana mezin têxe rojevê.