
Piştî ewê ku pirsa dorpêça cebirxana Îranê di Şêvra Tenahiya Netewên Yekbûyî de nehate pejirandin, Amerîka li ser cehdên xwe berdewame û di şikayetnameyekê de ragihandiye ku dê digel hevpeymanêt xwe dorpêçan li ser Îranê cîbicî bike.
Maîk Pompêo Wezîrê derwe yê Amerîka, roja Înê 21ê Tebaxa 2020 an, di konfiransekî rojnamevanî li Netewên Yekbûyî de ragihand: rejîma Îranê heya niha gelek kiryarên terorîstî li seranserî Ewrûpa de encam dane, Balafirên misafirhilgir revandine, neyarên xwe li Ewrûpa de teror kirine, û bona teqandina Kenîsa Cihûyan nexşe kêşaye.
Lewma gelek bê meenî û cihê ecêbgirtîmanê ye ku wê rejîmê Çek û Cebirxana zêdetir hebin.
Her di wê derheqê de Kilî Kirift balyoza Amerîka di Saziya Netewên Yekbûyî de got: Mesela cebirxana rejîma Îranê bi qasekê bal me girînge ku em nikarin her wisa runên û bera xwe bidnê heta ku rejîma Îranê, pirçek be û em benda dorpêçan bimînin ku kanê Netewên yekbûyî û Ewrûpayî kengê dê bigîjne qinaetê ku berahîka rejîmê bigrin, Em nikarin temaşevan bin ku Rusiye û çîn çekên pêşkevtî çêkin û bifroşne Îranê û Îran jî wan çekan bide girûpên terorîstiye xwe li dewerê de.
Birayan Huk jî got: Em bona givaş xistina ser Îranê û dorpêça çaek û cebirxana wê, îznê ji kesê wernagirin, û em çi giringiyekê nadne wê biryarê ku dorpêç neêxistne ser Îranê.
Huk tekezî kir ku Şêvra Tenahiyê dê meheke dinê dîsan mesela dorpêça cebirxaneya Îranê bêxe ber bas.