
Kurdistanmedia: Hêz û girûpên ser bi Îranê li Bexdayê êrîşî ser Balyozxana Amerîka kirin, û li vê derbarê de rûyê dijkiryaran li rejîma Îranê ye.
Tiramê Serkomarê Amerîka gefan li Îranê dixo û dibêje ev yêka bê bersiv namîne.
Amerîka hêza tekûze serbazî kêşande Bexdayê bona parastina can û malê kardarên balyozxana xwe.
Deshilatdarên Amaerîka, rejîma Îranê bi berpirsê êrîşa bo ser balyozxana xwe li Bexdayê dizanin.
Berdevkê hewalbendiya navnetewî bi rêberiya Amerîka ragihand ku dawûdestkên Îranê êrîşî ser balyozxana Amerîka kirine.
Can Bolton şêvirdarê berê yê tenahiya netewiye Amerîka got: êrîşa bo ser balyozxana Amerîka li Bexdayê, hemen kiryare ku sala 1358ê rejîma Îranê li Tehranê de bi dijî balyozxana Amerîka encamp da.
Alyut Êngêl serokê kumîta karûbarê derweye meclisa nûnerên Amerîka got: bê guman rejîma Îranê dest di êrîşa bo ser balyozxana me li Bexdayê de heye û dibe Serkomarê Amerîka bona darêtina siyasetê li derbarê Îranê de alîkariya kongirê bike.
Navbirî got: bi salane Îran dujminê Amerîkaye û çi dest wan bê, dê bikin.
Êrîşa bo ser balyozxana Amerîka piştî vê yekê çêbû ku Firokên Amerîka çend binkeyeke Heşda Şe`ebî kirne armanc û dehan kes kû tête gotin piranî Pasdarên terrorist bûne, hatine kuştin.
Hinek ji endamên kongira Amerîka daxwaz kirine ku bila Amerîka hinek cihan di nawa Îranê de jî bike armanca êrîşa xwe.