Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Rejîma Îranê di cîhanê de 360 kiryarên terorîstî encam daye

12:34 - 30 Gulan 2020

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporekê de daye zanîn ku rejîma Îranê di 40 welatên cîhanê de 360 kiryarên terorîstî encam daye.

Di wê raporê de Wezareta Derve a Amerîkayê îşare bi çendîn kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê kiriye.

Di wê raporê de îşare bi kiryarên terorîstî yên Elî Felahiyan, Wezîrê Berê yê Wezareta Îtila`at a Îranê kiriye, ku di dema desthilatdariya xwe de li çendîn kiriyarên terorîstî di Ewropayê  de rol hebûye.

Herwisa wê raporê daye zanîn, Elî Felahiyan tevî wê ku birêveberiya kiryarên terorîstî dikir, navbirî bi dabînkirina çavkaniyên malî ji bo girûpên terorîstî di derveyê welat de, bibû sedema kiryarên terorîstî di cîhanê de.

Rejîma Îranê bi mifahwergirtin ji girûpên terorîstî yên girêdayê xwe hertimî dest avêtiye bi kiriyarên terorîstî û kesên mafxwaz û dijberên rejîmê teror kirine.

Wezaretî Îtillata rejîma Îranê çendîn serkirde û kesên paye bilin ên dijberên rejîmê di cîhanê de teror kirine ku em dikarin îşare bi çend mînakan bikin.

Di Pûşpera sala 1368`an, rejîma Îranê bi merema civînkirin digel Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, di bajarê Vîyen a Utrîşê de li ser maseya gotûbêjê navbirî digel çend hevalên wî şehîd kirin.

Sê sal piştê wê terorê, dîsan di Xermanan sala 1371`an de, li bajarê Berlîna Almanê di Ristûranekê de hin kesên ser bi îdareya Îtila`ata rejîmê û hin kesên girêdayê girûpa terorîstî a Hizbûllaha Lubnanê, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Dr. Sadiq Şerefkendî”, digel çend hevalên wî kirine armancê xwe û teror kirin, ku ew terore bi terora Mîkonosê hatiye nasîn.

Herwisa Îdareya Îtila`ata rejîma Îranê çendîn kesên din yên wekî: “Îfet qazî, Keça Pêşewa Qazî Mihemed, li Sûîdê, Ebdulrehman Birûmend, li bajarê Parîsa Feranse, Şapûr Bextiyar, li bajarê Parîsa Feranse, Ferîdûnî Feroxzad, li bajarê Bon a Almaniya, Mela Mihemed Rebî`î, Dariyûş û Perwane Firûher û sedan kesên dinê yên dijberê xwe ku daxwaza mafên azadîxwaziyê dikirin, teror kirin.