Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: “Rejîma Îranê piştevanê terorîsmê di Rojhilata Navîn û Ewropayê de ye”

13:23 - 25 Hezîran 2020

Rapora salane ya Wezareta Derve ya Amerîkayê li derheq terorîsmê, roja Çarşemî 24ê Hezîranê, hate weşandin. Di wê raporê de îşare bi çalakiyên terorîsmî di cîhanê de kiriye û di Îranê de jî îşare bi piştevanîkirina rejîma Îranê li çalakiyên terorîsmî di Rojhilata Navîn û Ewropayê de jî kiriye.

Di wê rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye ku, “Îran ji sala 1984an ve wekî piştevaneke terorîsmê hatiye nasîn, herwisa di sala 2019an de jî çalakiyên xwe yên terorîstî yên wekî piştevanîkirin ji Hizbullahê, girûpên terorîstî yên Felistînî di Xezeyê de, û hin ji girûpên terorîstî yên din di Sûriye, Îraq û sertaserê Rojhilata Navîn de berdewam kiriye. Îran ji mifahvergirtin ji hêzên Spaha Quds a ser bi Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, piştevanî ji girûpên terorîstî dike, û di sertaserê deverê de nearamiyê diafirîne”.

Di berdewamiya wê raporê de hatiye: “Rejîma Îranê bi mifahvergirtin Spaha Qudis bo mudaxilekirin di nav karûbarê Îraq û Sûriyê de îtiraf kiriye, û Spaha Qudis mikabnîzma serke ya perwerde û piştevanê girûpên terorîstî di derveyê welat de ye”.

Di wê rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê de gelek tiştên dinê li derheq kiriyarên terorîstî yên rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst hatiye û gelek mînak jî hatiye baskirin.