Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Rûbirûbûna leşkerî di gel rejîma Îranê dûr nine

12:48 - 10 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên Amerîkayê dane xuyakirin ku, rûbirûbûna leşkerî di gel rejîma Îranê em bi dûr nabînin.

Roja Pêncşemî 9`ê Gulana 2019`an, Serkomarê Amerîkayê “Dunald Tramp” di gotûbêjeke rojnamevanî di Koçka Sipî de got: Em ji berpirsên Îranê daxwaz dikin ku derheq bernameyên navikî bihevre bicivin.

Herwisa navbirî got, em nikarin rûbirûbûna leşkerî bi dûr bizanin û me yek ji mezintirîn Gemiya Balafirhilgir û çekhilgir li cîhanê heye û em naxwazin dest bi kar bin.

Her di vê derheqê de, Wezîrê karê derve yê Amerîkayê “Mike Pompeo” di daxuyaniyekî de daye xuyakirin, di heyama hefteyên derbasbûyî de berpirsên rejîma Îranê di axavtin û daxuyaniyên xwe de gef ji ewlehî û hêzên Amerîkayê xwarine, lê, bersiva Amerîka û Hevalbendên me zelale, û em lipey şer nînin, lê, li karnameya 40 sal temenê rejîma Îranê, kuştina welatiyên bê soz yên Amerîkay, êrîşa bo ser navendên Amerîkayê û bi êxsîrkirina welatiyên Amerîkay heye, û xalên wiha bi awayekî berdewam bîra me dene û emê jî berevaniyê ji xwe bikin.

Herwisa roja Pêncşemî 19`ê Banemerê, Amerîkayê du Bombhilgirên bi navên “B-52H” ku şiyana hilgiritina 20 mûşekên dûrhavêj bo kendavê veguhasitine.

Her di vê pêwendiyê de, berpirsên rejîma Îranê jî bi berdewamî gefan li Amerîka û hêzên wê dixwen û pirraniya berpirsên Îranê civînên di gel Amerîkayê tiştekî bê wate dizanin.