Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka sê kes û kompaniyên pêwendîdar bi Hizbullaha Lubnanê tehrîm kir

16:53 - 19 Kanûna Paşîn 2022

Wezareta Xezînedarî ya “Amerîka”yê roj Sêşemî 28ê Befranbarê, di daxuyaniyekê de ragihand ku 3 kes û 3 Kompaniyên pêwendîdar bi “Hizbullaha Lunban”ê tehrîm kiriye.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku nivîsîngeha kontirolkirina darayiyên derve yên Wezareta Xezînedariyê 3 kesên Lubnanî yên bi navên “Adil Diyan, Elî Mihemed Daun û Cehad Salim Elame” ku alîkarê çalakiyên malî yên girûpa Hizbullaha Lubnanê bûne, tevî kompaniyek ya bi navê “Daruelselam” tehrîm kiriye.

Ew dorpêçane di halekê de ne ku aboriya “Lubnan”ê digel krîzan rû bi rû ye û girûpa Hizbullah wekî beşek ji dewletên hevpeyamanî di warê çaksaziya aborî bo baştirkirina jiyana xelkê astengî afirandiye.

“Wezareta Xezînedarî” ya “Amerîka”yê di daxuyaniya xwe de ragihandiye: Hizbullaha Lubnanê bi mifahvergirtin ji tora malî ya wî welatî alîkaryên berfireh bi torên girêdayê xwe û delalên aboriya xwe dide û di krîza aboriya niha de jî kariye çalakiyên xwe bidomîne.

Ew girûpa ser bi rejîma Îranê bi mifahvergirtin ji çalakiyên bazerganî û aborî, îmkanatên malî yên hewce bo hewlên terorîstî di deverê de û naramkirina navendên yasayî yên “Lubnan”ê dabîn dike.