Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka serokê Heşda Şe`ibî li Îraqê, xiste ber dorpêçê

11:48 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Wezareta Xizînedariya Amerîka bi hegera binpê kariya mafê mirov û amadekarî bona encamdana karê terorîstî, dorpêç xiste ser “Falih El Fiyaz” serokê Heşda Şe`ibî ya Îraqê.

Roja Înê 8ê Kanûna Paşîn a 2021an, Wezareta Xizînedariya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, El Fiyaz serokê Heşda Şe`ibî bi alîkariya sipaha Pastaran a rejîma Îranê, dest di tepeseriya xwenîşanderê Îraqî di sala 2019an de hebûye.

Herwisa di daxuyaniya wezareta xizînedariya Amerîka de hatiye: Heşda Şe`ibî girêdayî bi rejîma Îranê ye û xebatkarên siyasî yên Îraqî ku daxwazkarê hilbijartina azad û berçav girtina mafê mirovin, teror dikin.

Istyon Minoçîn wezîrê xizînedariya Amerîka got: Falih El Fiyaz û berpirs û birêveberê kuştara sedan kes ji xwenîşanderên Îraqiye.

Minoçîn tekesî kir ku Amerîka dê berdewam be di xebata bi dijî binpêkerên mafê mirov li Îraqê de ku xelkê tepeser dikin.

Ji aliyekî dinê jî Heşda Şe`ibî di berteka wê biryara Amerîka de, gef kir ku emê bi êkcarî Amerîka li Îraqê derêxînin.