Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka şirketek û kesekî Îranî xistine nawa listê dorpêçan

11:39 - 4 Kanûna pêşîn 2020

Wezareta Xezînedariya Amerîka rahihand ku kesek û şirketekî Îranî hatine tehrîm kirin ku ew kes û şirkete peywendîdarin bi bernameya berhemanîna gazên bikuj yên çekên komkujin.

Roja Pêncşemî 3ê Kanûna Pêşîn, şirketa girûpa“Mêysemî” û birêveberê wê şirketê yê bi navê “Mêhran Bebrî” ji aliyê Wezareta Xezînedariya Amerîka ve hatine tehrîm kirin. Şirketa “Meysemî” ku karê wê berhemanîna gazên kîmiyayî ye, di ceribandinan de bona xeda û bi bandortir kirina zêdetir ya gazên kîmiyayî li ser hundir û jehrîkirina mirovan kar li ser dikin.

Wezirê Xezînedariya Amerîka, “Steven Mnuchin” daye zanîn ku şirketa “Mêysemî”girêdayê lêkolîn û ceribandina çekên kîmiyayî û saziya berhemanîn û lêkolînên berevaniya Îranê ye û got: “Berhemanîna çekên komkuj yên Îranê, gefeke li ser ewlehiya welatên cînar û cîhanê”.

Herwisa Wezîrê derve yê Amerîka, “Mike Pompeo” ragihand ku Amerîka her core beşdarîkirina rejîma Îranê li bernameya çekên kîmiyayê şermezar dike û kesên girêdayê wan kiryaran dê bêxe nawa lîstê dorpêçên xwe.

Rejîma Îranê kariye piraniya karên taqîgehî û berhemanîna çekên kîmiyayî di bin sîbera berhemanîna çeka navikî de perdepoş bike û renge bi hezaran cihê veşartina çekên kîmiyayî li Îranê de hebin ku çekên komkuj tê de weşartibin.