Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka sîstema Patriotê li Îraq û Kurdistanê bicih dike

13:02 - 31 Adar 2020

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Amerîka û Iraqê, Pentagonê sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot veguhestiye bo Herêma Kurdistan û Iraqê.

Berpirsekî serbazî yê Amerîkayê û çavkaniyeke serbazî ya Iraqê, ji ajansên navdewletî re ragihandine, ku heftiya derbasbûyî Pentagonê sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot veguhestiye binegha serbazî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê.

Wî berpirsê serbazî yê Amerîkayê gotiye, sîstemeke din a Patriot ji bo bajarê Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê, hatiye veguhestin.

Li gorî gotina wî berpirsê Amerîka, 2 sîstemên din ên Patriotê jî li welatê Kuwêtê ne, ku di plana Pentagonê de ye wan jî veguheze Iraqê.

Danana sîstema Berevaniya mûşekî ji aliyê Amerîka ve bo nava Îraq û Herêma Kurdistanê, bona berahîk girtin ji egera havêtina mûşekên Balêstîk ji alyê rejîma Îranê ve ye ku Amerîka berdewam li derbarê egera havêtina mûşekan ji alyê Îranê ve, bi gefeke mezin bo ser xwe û hewalbendên xwe zaniye.

Her lewma jî, dema hate ragihandin ku Amerîka berevaniya Mûşekî dana Îraq û Herêma kurdistanê, deshilatdarên rejîma Îranê destbicî dijkiryar nîşan dan.

Heman çavkanî dibêje, pêştir berpirsên Iraqî nerazî bûne, lê di meha Reşêmê de, hejmareke berpirsên Iraqî li gel Fermandeyê Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, civiyabûn û di civînê de pêşniyar kirine ku dema Amerîka dixwaze sîstema Patriot li Iraqê damezrîne, bila hejmara hêzên xwe kêm bike.

Amerîka jî di çend rojên derbasbûyî de hêzên xwe ji hinek bingehên serbazî vekişandin û ev binge radestî hêzên îraqî dane.