
Amerîka li nêzî firokexaneya Bexdayê sîstemeke nû ya berevaniya esmanî çalak kiriye ku bi armanca zêdetirkirina hêza berevanî û zêdetirkirina ewlehiyê hatiye çalak kirin.
Roja Pêncşemî 31ê Kanûna Pêşîn a 2020an, pêka ragihandina çavkaniyeke ewlehiyê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, daye zanîn ku: “Sîstema berevaniya esmanî ya nû, ji cora “C-RAM” di binkeyea “Victory” li nêzî firokexaneya Bexdaye hatiye çalak kirinê.
Pêka zaniyariyan sîstema “C-RAM” bona berevanî di hember gulleyên mûşek û rakêtan hatiye danîn.
Piştî zêdebûna gefan li ser hêzên hevpeymanan û Amerîkayê, ewan jî sîstema berevaniya esmanî bihêztir kirine.
Ew sîstema berevaniya esmanî li balyozxaneya Amerîka li “Bexda”yê de jî hatiye bikaranîn.
Balyozxaneya Amerîka li devera “Kesk” a bajarê Bexdayê bi caran rastî êrîşa mûşekên katyûşayan hatiye.
Hêz û milîsên girêdayê rejîma Îranê bi piştevaniya malî û cebirxaneya rejîma Îranê tim cehd kirine ku derbê ji hêzên Amerîkayê bidin.
Rejîma Îranê bi sedema bikar anîna wan girûp û milîsan bi dijî hêzên Amerîka, xwe ji rûberûbûna rasterast digel Amerîkayê parastiye û ji tirsa berteka Amerîkayê heta niha nekariye tenê serbazekî Amerîkayê jî bikuje û bi tenê gefan dike lê renge ew gefxwarinên rejîmê di renge bibe sedema berteka Amerîka û bo Îranê xisarên giran li pey xwe ve bîne.