Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Spaha Pasdaran bi terorîst dide naskirin

17:15 - 20 Adar 2019

Kurdistanmedia: Amerîka hewl dide da ku Spaha Pasdaran a rejîma Îranê û milîşên çekdar ên Şî`e yên Îraqê, bi rêzbenda reş a terorê zêde bike.

Li gorî rapora “New York Times”, roja Duşemî 27`ê Reşemehê(18`ê Adara 2019`an) “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî, di gel hejmarek li berpirsên Koşka Sipî, hewl didin da ku Spaha Pasdaran a rejîma Îranê û herwisa milîşên Şî`e meseb yên walatê Îraqê ku, ji aliyê Spaha Pasdarane ve hatine avakirin, wekî girûpên terorîstî bêde naskirin, û bo van cezayekê diyarî bike, û herwisa ew berpirsên Îraqê ku ser bi wan girûpanin tên cezadan.

Herwisa “Mike Pompeo” got, em mijûla nîqaşkirinê li ser pirsên, girûpên çekdar, mîlîş, ku yek ji wan Spaha Pasdara ne, û dûr nîne jî, ku girûpên wiha, bi rêzbenda reş a terorê zêde bibin.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, di meha borî de, girûpek, li milîşên girêdayî Îraqê, bi rêzbenda reş ya terorê zêde kir.

Her di vê derheqê de, li meha Gulana îsal, parlemana Kanadayî, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, bi rêzbenda reş ya terorê zêde kir.

Spaha Pasdaran heya niha sedan kiryarên terorîstî li navxwe û li derveyî welat encam dane, û niha jî, yekemîn saziya terorîstî ye ku, piştevaniyê ji saziyên terorîstî yên li welatên din dike.

Amerîka li sala 2007`an Spaha Qudisa terorîst ku, tayeke ji Spaha Pasdaran li dervey welat, bi rêzbenda reş ya terorê zêde kir, di wan salên borî de jî, deha berpirsên Spaha Pasdaran, ji aliyê Amerîka û welatên din yên Rojavayî ve, bi rêzbenda reş ya terorê zêde kirine yan jî, dorpêç kirine.