
Kurdistanmedia: Maîk Pêns cêgirê Serkomarê Amerîka di hevdîtina tewî Serokê Herêma Başûra Kurdistanê, tekesî li ser giringiya alîkariya di navbera Amerîka û Kurdistanê de kir.
Cêgirê Serkomarê Amerîka di serdana xwe de bo Kurdistanê, Alîkariya Amerîka û Kurdan li şerê bi dijî terorîzmê de gelek girîng nirxand.
Maîk Pêns Roja yêkşemiyê li serdaneke ji pêşda neragehandî de, geheşte Hewlêra Paytextê Başûra Kurdistanê û ji aliyê Nêçîrwan Barizanî Serokê Herêmê û Mesrûr Barizanî Serokwezîrê Kurdistanê we hate pêşwazî kirin.
Pêns careke dine tekesî li ser şerê bi dijî terorê kir û rolê Kurdan û hewalbendiya wan di gel Amerîka, gelek girîng hesiband, û got ew peywendî û alîkariya dibe bête bi hêz kirin.
Navbirî rêz ji role bê mînake Pêşmerge girt, ku çawan karîn li şerê bi dijî terorê de serkevin.
Pêns ragihan serkevtina bi ser Daeşê de, bi bê beşdariya Kurdan û hêza Pêşmerge îmkan çinebû.
Wê serdana Cêgirê Serkomarê Amerîka bo Kurdistanê, gelek deshilatdarên Îraqê aciz kirine.