Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka terhekê bo givaşa zêdetir li ser Îranê amade dike

12:49 - 1 Tebax 2021

Bi sedema rawestana danûstandinên navkî li bajarê Viyenê û bo givaşxistina  zêdetir li ser rejîma Îranê bo zivîrîna zûtir li ser maseya danûstandinên navkî, Amerîka mijûlê darêştina terhekê ye.

Rojnameya Amerîkayî ya bi navê “Hîl” belav kiriye, ku dewleta “Joe Biden” li heyama rawestana danûstandinên navkî dixwaze givaşên li ser Îranê bo zîvirîna Îranê bo Bercamê zêdetir bike, lê beravirdkirina rewşa Îranê bi sedema zêdebûna aloziyên hundirê Îranê gelek zehmet e.

Pêka gotina wê Rojnameya Amerêkayê, ew terha “Joe Biden”, çend mijarên wekî “zêdekirina astengiyan bo şandina nefta Îranê û herwisa dorpêçên nû li dijî bernameya mûşekî û balafirên bê pîlot” li xwe digre û renge di hewlên wan çend mehên derbasbûyî de bo zindîkirina Bercamê dijatî zêdetir bibin.

Hêj xuya nine ku nerizayetiyên hundirê Îranê ti karlêkeriyek li ser beravirdkirinên rejîma Îranê bo zivirîn li ser maseya danûstandinên navkî li bajarê Viyenê heye, lê xuya ye ku rejîma Îranê demeke kêm bo zivîrin bo bercamê heye.

Herisa Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Antony Blinken” tevî bi tawanbarnaskirina rejîma Îranê bi nezivirîn bo Bercamê daye zanîn, ku heyama zivîrîna Îranê bo Bercamê hertimî nîne û demeke sînordar heye.