
Amerîkayê çendîn damezrave û kesên girêdayê veguhastina deryayî û herwisa li dijî damezraveyên berhemanîna çekan li Îranê tehrîm kirin.
Roja Înê 15ê Kanûna Paşîn, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompeo” ragihand: “Amerîkayê 7 damezrave û 2 kes yên girêdayê veguhastina derayiyên rejîma Îslamî ya Îranê û damezraveyên girêdayê wê tehrîm kirine û herwisa çendîn damezraveyên berhemanîna çekên asayî di Îranê de jî xistine nav lîstê tehrîman.
“Mike Pompeo” tevî îşarekirin bi şandina çek ji aliyê rejîma Îranê bo welatên Sûriyê, Îraq, Yemen û welatên din yên cîhanê ve, ragihand: “Berhemanîna çekên asayî li Îranê, gefeke hertimî li ser ewlehiya deverê û ewlehiya cîhanê ye”.
Tehrîmên nû yên Îranê, pîşeya deryayî, saziya pişeyî ya “hewa feza” û pîşeya esmanî ya Îranê bi sedema rola wan di veguhastin û firotina rasrerast û nerasterast ya çekan û alavên çekan ji Îranê ve bona berjewendiyên Îranê xistine nav listê dorpêçan.
Herwisa “Mike Pompeo”, belemên şer, mûşek û balafirên bêpîlot yên wekî alavên şer bi nav kirin ku ew alav bi rejîmê derfet didin meydana terora xwe di cîhanê de ber bi pêş ve bibe.