Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka terora Mîkonosê tîne bîra hevwelatiyên Îranê

18:07 - 19 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Balozxaneya mecazî ya Amerîkayê, bi belavkirina peyamên kurt di torên civakî de, terora rêberên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li bajarê Berlîn a welatê Almaniyayê bi bîra hevwelatiyên Îranê tîne.

Balyozxaneya mecazî ya Amerîkayê di Îranê de, di kurte vîdyoyekê de nivîsiye ku: “Di vê dawiyê de di rûpelekê de îşare bi hin çalakiyên terorîstî yên rejîma Îranê di seranserê cîhanê de bi taybet Ewropayê kiriye, û 26 salan berî niha di rojeke wiha de roja 17`ê Îlonê çalakvanê siyasî yê Kurd, Dr. Sadiq Şerefkendî û 3 kesên din ji hewalên wî  yên bi navê Fetah Ebdulî, Homayon Erdelan û Nûrî Dêhkurdî, di restorana Mîkonosê a bajarê Berlînê de hatne terorkirin û hûn derheq vê êrîşa teroîstî çi dizanin?
Di nîveka meha Sermawez a sala 1390`î de, Wezareta Derve ya Amerîkayê,  hewla rêkxistina vê balyozxaneya întêrnêtî daye, ku zêdetir bi armanca gihandina zanyariyan bo hevwelatiyên ku di Îranê de akincî ne, hatiye avakirin.

Terora Mîkonosê di 26`ê Xermanana sala 1371`an di restorana bi wî navî li bajarê Berlînê hatiye encamdan, ku di vê bûyerê de Dr. Sadiq Şerefkendî sekreterê wê demê yê Partiya Demokrat, Fetah Ebdulî nûnerê vê partiyê li Ewropayê, Homayon Erdelan nûnerê PDKÎ li welatê Almaniyayê û Nûrî Dêhkurdî çalakvanê siyasî yê Kurd hatne terorkirin.

Dadgeha Mîkonosê di heyama sê salan de, 247 civîn û bi şahidîdana 176 kesî derheq dosiya terora Mîkonosê de pêk anîn, û hikûmeta Îranê bi encamdana “terorîzma dewletî” şermezar kir.

Hukmê  dadgeha Mîkonosê di meha Îlona 1998`an de bi tevahî misoger bû, û berpirsên rejîma Îranê di bilinditirîn astê de, di vê dosiya terora Mîkonosê de hatine şermezarkirin.