
Kurdistanmedia: Amerîka û şeş welatên Erebî mezintirîn tehrîmên hevpar li dijî Spaha Pasdaran a terorîs û Hizbulaha Lubnanê lidar xistin.
Roja Çarşemî 8`ê Xezelwerê, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê dabû zanîn ku, “Navenda Lihemberderketina Piştevaniya Malî a Terorîzmê” ku bi amadebûna çend welatên Erebî hatiye avakirin, hemû bank, tor û kesên ser bi Spaha Pasdaran û Hizbulah a terorîst, di rêzbenda tehrîmên xwe zêde kirine.
Di daxûyanbiya Navenda Lihemberderketina Piştevaniya Malî a Terorîzmê de hatiye ku, di deverê de 25 torên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê bi rêzbendên tehrîmên xwe zêde kirine.
Di wê daxûyaniyê de dane zanîn ku, eve mezintirîn terha tehrîmên hevpar ya wê girûpê heya îro bûye, û torên girêdayî Spaha Pasdaran ya terorîst û hêzên ser bi wî Saziya terorîstî yên wekî Hizbulaha Lubnanê û hêzên Besîc, ji xwe digre.
Navenda Lihemberderketina Piştevaniya Malî a Terorîzmê, di 31`ê Banemera 1396`an de, bi serperestiya Danild Tiramp serkomarê Amerîkayê di Erebistan Siûdî de hate avakirin. Û armanca wî Navendê, li hember her piştevaniyeke malî ji teror û terorîzmê ye.