Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Çîn balyozxaneyên hevdu dadixin

14:04 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2020

Amerîka balyozxaneya “Çîn”ê daxist û herwisa Çîn ê jî, di bertekê de dixwaze balyozxaneya Ameîkayê dabixe.

Roja Înê, 24ê Tîrmeha 2020 an, Berpirsekî paye bilind yê Wezareta Derve yê Amerîka,  ragihand ku daxistina balyozxaneya “Çîn”ê, peyameke bo dewleta “Çîn”ê ku, dev ji kiryarên xwe derheq dizîna nihênî û sirên zanistî û teknolojiya Amerîkayê berde û herwisa di bertekê de, “Çîn”ê jî, dixwaze balyozxaneya Amerîkayê dabixe.

Daxistina balyozxaneya Çîn ê li bajarê “Hiyostin”( Houston) li îyaleta “Tekzas”(Texas) a Amerîka yê û herwisa cehda daxistina balyozxaneya Amerîka li bajarê “Çeyngdû” (Chengdu) di parêzgeha “Sîçiwan”( Sichuan) a “Çîn”ê de ku biryare roja Dûşemî, 27ê Tîrmehê bê daxistinê, nûtirîn nîşanên alozbûna têkiliyên di navbera Amerîka û Çîn ê deye.

Têkiliyên di navbera wan 2 welatan de, ji 2 salên derbasbûyî de, bi sedema şerê ticarî, aloz bûye û di wan mehên dawiyê de, bi sedemên cuda wekî: “Birêvebirina arîşeya Korona yê, tundtirbûna serkut û tepeserî di “Hong Kong”ê û bihêztirkirina hebûna leşkerî ya “Çîn”ê di derya ya başûr a welatê Çîn ê de”, aloztir bûye.

Wezareta Derve ya “Çîn”ê, balyozxaneya Amerîka ya di bajarê “Çeyngdû”yê re ragihandiye ku hemû karûbarên xwe rawestînin.