Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Çîn rêgirî li firotina nefta Îranê dikin

13:00 - 29 Îlon 2021

Nûçegihaniya “Reuters”ê ji zimanê berpirsên Amerêkayê ve ragihandiye ku hewl dane kompaniyên Çînê razî bikin ku ew nefta ku rejîma Îranê bi dizî ve difroşe ji Îranê nekeirin.

Ew hewla Amerîka û Çînê bo vê yekê ye ku givaşa zêdetir bêxînin ser Îranê û îznê nedin Îran pere bi dest xwe ve bîne.

Dorpêçên Amerîka li ser Îranê, derbekî micid bi firotina nefta Îranê daye, firotina nefta wî welatî bi beravird digel firotina neftê di demsala Biharê de bi qasî %60 kêm bûye..

Di sala 1400an a Rojî de rejîma Îranê hewcehî bi firotina 2.3 milyon bermîl neftê heye û hemû dahata vê jî bizivire bo Îranê. Ew dahata ku rejîma Îranê beravird kiriye, bi bê hilveşandina dorpêçên Amerîkayê bi dest nayê.