Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Ewropa li derheq danûstandinên Bercamê huşdarî dane Îranê

11:19 - 18 Kanûna pêşîn 2021

Dewra heftem a danûstandinên zîndîkirina Bercamê li ser daxwaza rejîma Îranê hate sekînandin û hêj dewra din a danûstandinan nexuya ye û axavtinên berpirsên rejîma Îranê li derheq civînan û yên dîplomatên Rûs û Amerîkayê cudahî hene.

Ev dewra danûstandinê di navbera 4+1 û Îran roja Înê li ser daxwaza rejîma Îranê hate sekînandin.

Şêwirmendê Ewlehî yê Koşka Spî “Jake Sullivan”, tevî vê ku derheq danûsitandinên zîndîkirina Bercamê li bajarê Viyena Otrîşê nerizayetiya xwe nîşan da û got, “me ji aliyê civînkerên Ewropayî ve huşdariyên hewce dane Îranê û meşa danûstandinê bi baş naçe pêş”.

Hevahengkerê Ewropayî yê di danûstandinên Bercamê de “Enrique Moro” piştî sekinîna civînên Viyenê got, ji bo rêkkevtinê tenê çend heftî mane, ne çend meh”.

Nûnerê Rûsiya di civînên zîndîkirna Bercamê de “Mikhail Ulyanov” li ser civînên Bercamê zêde reşbîn nîne û gotiye, “hêj dema danûstandina dewra din nexuya ye û heyeta Rûsiyayê dê bi bê sekînandin beşdariya daûstandinan bike”.

Wek tê xuyakirin berpirsên rejîma Îranê di bin givaşên zêde de danûstandin sekînandine, lê “Elî Baqirî” piştî bi dawîhatina civînên wê dewreyê di nav rojnamevanan de gotiye: “Me di wê hefteya derbasbûyî de civînek gelek dijwar û givaşî hebû û di wan civînan de li ser vêdebirina tehrîman û hewlên etomî destê me gihaye bi du belgeyan ku dê bingeha danûstandinên bê yên “Viyen”ê bin.

Rejîma Îranê ji danûstandinên zîndîkirina Bercamê mifahê werdigirin ku bernameya Etomiya xwe ber bi pêş ve bibe.

Rojnameya “Reuters”ê jî di vê derheqê de nivîsiye: “Berpirsek payebilind ê Amerîkayê roja Înê derheq vê ku rejîma Îranê demek kêm maye bi bombeya navkî bigihe, huşdar daye û gotiye rejîm bi awayek gelek kêm mijûlê bidestveanîna bombeya Navkî ye”.