
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî, li serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn, li Lubnanê, derheq destêverdanên Îranê di karûbarên deverê de axavt.
“Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî, di vê serdana xwe de, derheq destêverdanên rejîma Îranê di karûbarên welatê dever û herwisa bi fermî naskirina Bilindahiyên “Gulan”ê axavt.
Herwisa “Pompeo” li dema baskirina derheq şerûyî bûna Îranê de got: Xodê “Donald Trump” şandiye da ku, Îsra`îlê ji destê gefên rejîma Îranê biparêze.
Hevdem “Brian Hook” nûnerê taybet yê Kargirûpa Îranê li Amerîkayî, derheq pirsa Îranê got: Rêjîma Îranê para herî zêde a perê xelkê Îran, xercê Hizbulaha Lubnan û karên din yên xwe bo kiryarên têkderan dike.
di demekê de ku, xelkê Îranê bi sedema bilindbûna nirxan û hejarî û betaliyî dinalin, lê berpirsên rejîmê, hemî salê nêzîkî 700 miliyon Dolarî xercê Lubnanê dikin.
herwisa derheq bi fermî naskirina bilindahiyên “Gulan”ê jî, 6 dewletên Ereb yên endam di Civata Hevkarîyî a Kendavê xemgîniya xwe derheqa biryara “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê nîşan dan.
Her di vê pêwendiyê de jî, axa Îsra`îlê, rastî gefên mûşkan ji aliyê destûpêwendiyên rejîma Îranê hatine û di encama vê kiryarê de jî çend kes ji hevwelatiyên Îsra`îlê birîndar bûne.