Serokwezîrê Îsraîlê "Naftali bennett" digel Serkomarê Amerîkayê "Joe biden” di pêwendiyek telefonî de li ser pirsa bernameya navkiya Îranê civîn kirin.
Roja Yekşemê 17`ê Rêbendanê, Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali bennett” digel Serkomarê Amerîkayê “Joe biden”, di pêwendiyek telefonî de li derheq pirsa bernameya navkiya rejîma Îranê gotûbêj kirin, di vê pêwendiyê de Serokwezîrê Îsraîlê tekezî li ser vê yekê kir her rêkevtinek ku Amerîka digel Îranê bike, divê bi awayekî be ku pêşî ji berhemanîna mûşekên balistîk ên dûravêj ku şiyana êrîş bo ser Îsraîlê hene bê girtin.
Herwisa “Naftali Bennett” ragihand Îsraîl ji nêzîk ve çavdêriya danûstandinên navokî yên Viyanayê dike, û tekez kir ku Îsraîl di vê derheqê de pêbendê ti rêkevtinekê nîne.
Heta niha çendîn caran berpirsên Îsraîlê li ser vê yekê tekezî kirine ku eger hewce bike dê ji bo rawestandina bernameya navkiya Îranê xwe destbikar bin.
Di berdewamiya pêwendiyê de “Naftalî Bennett” li derheq operasyona hefteya borî ya Hêzên Taybet ên Amerîkayê ku serkirdeyekê “DAIŞ”ê yê bi navê “Ebû Îbrahîm Haşimî El-Quraşî” li Sûriyê kuşt, destxweşî û pîrozbayî ji Amerîkayê kir û got: “Cîhan bi operasyonên wêrek yên hêzên Amerîkayê ewletir e."