Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îsraîlê manorek esmanî bi rê ve birin

10:38 - 17 Kanûna Paşîn 2022

Îsraîlê roja yekşemî 16`ê Kanûna Paşîn a 2022`an daye zanîn ku hêzên esmanî yên wî welatî digel hêzên esmanî yên Amerîkayê manorek leşkerî bi rê ve birine.

Rojnameya ser bi Îsraîlê “Makor Rishon” nivîsiye ku ew manore peyamek rohn bo rejîma Îranê ye û ew welate hevpeymaniya navnetewî li hember gefên berbilav û nemze yên Îranê bihêztir dike.

Di vê manora esmanî de balafirên F16, balafirên sîxurî yên Galif Îstrîm-500 û çendîn cur ji balafirên din beşdarî kiribûn.

Piştî vê ku Îsraîl kevte di bin hewzeya berpirsayetiya Sêntkamê de, eva nûtirîn manor û rahênana hevpar a Amerîka û Îsraîlê bû.

Ev manor û rahênaneyên Amerîka û Îsraîlê di demekê de hatine lidarxistin ku Artêşa Îsraîlê xwe bo êrîşkirin li ser binkeyên navkî yên rejîma Îranê amade dike.

Berpirsên payebilind ên siyasî û leşkerî yên Îsraîlê çendîn caran dane zanîn ku ger bernameya navkiya rejîma Îranê ji rêya dîplomasî ve sernekeve, ev dê êrîşê ser binkeyên navkî yên rejîma Îranê bikin û dane zanîn vê yekê bi bê Amerîka jî dikarin bikin.