
Piştî biryara berhemhênerên cîhanî ya neftê derheq kêmkirina qasa berhemanîna neftê, welatê Mekzîk digel Amerîka li ser kêmkirina berhemanîna neftê lihevhatin.
Roja Şemî 23`ê Xakelêwe, Serkomarê welatê Mekzîk, “Lopêz Obrador” (Andrés Manuel López Obrador) baskir ku, digel Serkomarê Amerîka “Donald Trump” bi rêya telefênê ve, li ser kêmkirina qasa berhemanîna neftê hihev hatin.
“Koşka Sipî” li ser wê mijarê û hûrdekariyên wê rêketinê ti daxuaniyek heya niha nedaye.
Piştî lihevhatina cîhanî a berhêmhênerên neftê, bi tenê Mekzîk ew birar erê nedikir, lê piştî bidawîhatina kombûna anlayin a “OPEC PLUS”ê ku ji 14 endamên “OPEC” û 9 welatên din yên derveyî “OPEC”ê pêk hatibû, Serkomarê Mekzîkê ew birayar erê kir û digel Serkomarê Amerîka li ser wê mijarê lihev hatin.
Welatê Îranê ku piştî dorpêçên aborî ji aliyê Amerîkayê ve rastî pirsgirêkên giran hatiye, bi neçarî hindek din ji berhemanîna nefta xwe kêm dike, ew di demek de ye ku rejîma Îranê bo firotina nefta xwe ya mayî jî, rastî pirsgirêkan hatiye û bi fermî ti welatek xwazyarê kirina nefta Îranê nîne û rejîma Îranê bi firotina nefta xwe di bazarên reş de, pereyek wiha qazanc nake û ya bidestve tîne jî, bo gurûpên terorîstî terxan dike.