
Gotûbêjên berfireh ên navbera Amerîka û Talîbanê ji 2018`an ve li Dohaya Qeterê destpê kirine û yek ji bendên girîng vekişîna hêzên Amerîkayê ye ji Efxanîstanê, bi du qonaxan de bo heyamê sal û nîvekê. Amerîka 14 hezar leşkerî ji sala 2001`an ve li Efxanîstanê bicîh kirine.
Lê herdu qonax jî bi merc in, divê Talîban pêwendiyên xwe digel EL`Qaîde û girûpên çekdar ên tûndajo qut bike û li ber wan girûpan bibe rêgir ku hewl didin êrîşên çekdarî û kiryarên tûndûtîjî bikin.
Herwisa dest bi gotûbêjên digel hikûmeta Efxanîstanê bike, ku heta berî wajokirina vê rêkevtinê, Talîbanê ew hikûmet wekî kafir, nerewa û kirêgirtiyê Amerîka û Rojava binav dikir, niha ku rêketin hatiye wajokirin, heta roja 29`ê Gulana îsal jî, hikûmeta Efxanîstanê jî dibe Talîbanê di nava lîsteya rêxistinên qedexe û cezakirî derdixe.
Li gor rêketinê, NATO jî hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vedikişîne.
Ji bilî hêzên Amerîkayê, NATO û hevpeymanên wê ku ji 39 welatan pêk hatine, nêzîkê 17 hezar leşkerên xwe li Efxanistanê bicîh kirine ku perwerdeya leşkerî didine hêzên hikûmeta Efxanîstanê.
Ev rêketine dikare destê rejîma Îranê jî di nava Efxanistanê de qut bike.