Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û “Troika”ya Ewropayê dixwazin biryarnameyekê li dîjî rejîma Îranê erê bikin

17:17 - 2 Hezîran 2022

Alman, Feranse û Birîtaniya ku bi navê “Troikaya Ewropayê” têne naskirin di hewê de ne ji rêya Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, rejîma Îranê neçar bike li derheq peydabûna hûrên Uraniyomê ku li binkeyên wê hatine veşartin, bersivê bide.

Rejîma Îranê li derheq vê hewla “Troika”ya Ewropayê,  gef xwariye ku eger ji aliyê Şêwraya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ve biryarek bê dan, dê bersivek dijwar û hewce bi wan re bidin.

Reşnivîsek bo 35 welatên endam ên Şêwraya Hukam hatiye şandin û di vê reşnivîsê de daxwaz ji rejîma Îranê hatiye kirin ku pêbendê biryarên xwe be û di çalakiyên xwe yên navkî de rohnkirinan bide.

Li meha Reşemeya sala derbasbûyî, rejîma Îranê soz dabû ku di heyama 3 mehan de bersiva pirsiyarên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bide, lê soza xwe cî bi cî nekir.

Lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, 4 binke li Îranê peyda kirine ku ji heyama salên 2003 heta 2004an bo jinavbirûna hûrên Uraniyomê hatibûne têkdan.

Di sala derbasbûyî de rojnameya “The Wall Street Journal” gotina dîplomatekî Rojavayî belav kiribû ku rejîma Îranê di binkeyekê de ku Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî nekarîbû çend mehan çavedêriyê li ser bike, bi awayek nihênî mijûlê berhemanîna alavên hewce bo santrîfiyûjên pêşkevtî bûye.

Pêka biryarên Bercamê, rejîma Îranê nabe ji 300 kîloyan zêdetir Uraniyomê bimeyîne, lê di heyama derbasbûyî de berpirsên payebilind ên rejîma Îranê tevî gefxwarin li welatên Rojavayî, asta meyandina Uraniyomê ji asta diyarîkirî gelek zêdetir kirine.