Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Troîkaya Ewropayê ji Îranê re ragihandine ku dev ji daxwazkariyên derveyî Bercamê berde

12:20 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2022

Amerîka û 3 welatên Ewropayê yên weke “Alman, Birîtaniya û Feransê” ji Îranê daxwazkirine ku, dest ji daxwaziyên xwe yên derveyî Bercamê berde û bi lezgînî lihevhatina heyî, wajo bike.

Wezîrê derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” û Wezîra Derve ya Feransê “Katrin Kolona” û Wezîra Derve ya Almaniyayê “Annalena Baerbock” û Cihgirê Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê “Tim Barrow” di civîna girûpa 20 ya li welatê Endonêzyayê, tevî nîşandana nigeraniya xwe li hember bernameya navkî ya rejîma Îranê, daxwaz ji rejîmê kirin ku bi dev berdan ji daxwazkariyên derveyî Bercamê, bi lezgînî lihevhatina heyî erê bike.

Rejîma Îranê bi zanebûn li ser wan daxwaziyan pêdagêrî dike ku dizane nayên qebûlkirin û armanca rejîma Îranê qezenckirina demê bo bernameya mûşekî û navkî ya xwe ye û welatên cîhanê bi taybet Amerîka, Îsraîl û Yekîtiya Ewropayê hay ji vê bernameya rejîma Îranê hene.

Rejîma Îranê tevî hemû hişdarîdanan hewla berhermanîna çeka navkî dide û Amerîka û Îsraîl bi eşkere ragihandine ku, bi ti awayekî îznê nadin rejîma Îranê çeka navkî berhem bîne.