
Kurdistanmedia: Amerîkayê êdî tab û tehemula zarokên berpirsên rejîma Îranê di welatê xwe de nemaye.
“Brian H. Hook” nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên Îranê ragehand ku wezaretxaneya wan kar dike li ser mijara derkirina zarokên berpirsên rejîmê ji welatê xwe.
Wî di peyameke vîdyoyî de ku roja Sêşemiyê 20`ê Sermawezê di rûpela “twitt”era Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê de hate weşandin ragehand ku, xwendina zarokên berpirsên rejîmê di Amerîkayê de, mînakeke din ji fêl û riyakariyên rejîmê ne.
Li gorî gotina “Brian H. Hook”, di demekê de ku berpirsên hikûmeta Îranê diruşma neman bo Amerîkayê didin, malbatên xwe dişînin welatê “bi gotina wan şeytanê mezin”, da ku bi diravê xelkê Îranê li wir bijîn.
“Brian H. Hook” rû li xelkê Îranê ragehand: “Hûn xatircem bin ku emê hemû vebijêrkan bi kar bînin, da ku kesên riyakar û gendel di nav hikûmeta we de bixin bin zext û givaşê de, bona vê ku ew reftara xwe biguherin”.
Kanala “NBC” di van dawiyane de ragehandibû, ku malbatên wan Amerîkayiyên ku di Îranê de hatine destbiserkirin, nameyek bo Trump şandine. Wan di vê nameya xwe de daxwaz jê kirine ku bila vîzaya wan zarokên berpirsên rejîma Îranê ku di Amerîkayê de dijîn hilweşînin.