Amerîka ragihand ku hewceye amadekarî bête kirin ku piştî şikesta danûstandina li derheq bernama navokî a Îranê, çi rêkarekî dinê dê bigre bera xwe, bona rûbirûbûna digel rejîma Îranê.
Cen Sakî berdevka Koşka Sipî a Amerîka ragihand: Co Baydên Serkomarê Amerîka ji tîma xwe daxwaz kiriye ku divê amadekariyê bikin bona piştî egera bê encam derkevtina danûstandinan û divê rêkarên dinê diyarî bikin bona pêşî girtin ji rejîma Îranê ji destpêre negiheştina bi çeka Navokî.
Amerîka ku niha di benda encama danûstandina Viyenê ye, haydarî daye ku rejîma îranê naçe jêr barê daxwazên aliyê rojavayî, û bernama xwe ya cehd kirin bo çêkirina çeka Navokî nasekinîne û alîkariya navnetewî nake bona zelaliya li ser bernama Navokî, lewma hewceye rêkarên dinê berdest bin li egera şikesta danûstandinan.
Ned Pirays berdevka wezareta derwe ya Amerîka jî got: Emê heya çen rojên din benda encama rûniştinên Viyenê bimînin, lê hekî rejîma Îranê bixwaze her hankî cîhanê bi xweve mijûl bike û çi encam ji Viyenê neyête dîtin, boguman em soz didin ku emê gelek bi tundî Îranê” Suprayîz” bikin.