
Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîakyê, Saziya Spaha Pasdaran a terorîst xiste nav rêzbenda reş a terorê.
Donald Trump serkomarê Amerîkayê, di daxuyaniyekê de bi awayê fermî Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, xiste nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî, û ev yekem care ku Amerîka navendeke leşkerî a welatekê wekî girûpeke terorîstî dide naskirin.
Her di vê pêwendiyê de “Wall Street Journal” di raporeke xwe de ragehgandiye ku, “John Bolton, Şivêrmendê Ewlehiya Koşka Spî, Mik Pompeo Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, alîgirên vê biryara serkomr in.
Saziya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îslamî a Îranê li derveyî sînorên Îranê berpirsê emeliyatên leşkerî yên li Sûriye, Lubnan, Îraq û Yemenê ye, û di navxweyî Îranê de jî nîva aborî û hêza ewlehî û hêza leşkerî di bin destê Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî de ye.
Herwisa welatên wekî Erebistan û Behrêynê jî, di Çiriya Pêşîn de Spaha Pasdaran û berpirisên leşkerî yên Spaha Quds bi rêzbenda girûp û kesên ku tevlî kiryarên terorîstî ne zêde kiribûn
Hêjayê basêye ku, ev biryara, Donald Tramp a xistina Spaha Pasdaran di nav rêzbenda reş a terorê de, hevdeme digel salroja biryara Donald Trump a vekşiyana wî lihevkirina Bercamê ye.