Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 12 kes û şîrket û Wezîrê Berevanî ê Sûriyê tehrîm kir

10:43 - 18 Adar 2020

Roja Sêşemî 27`ê Reşemê, Wezîrê karûbarê Derve ê Amerîkayê,  Mike Pompeo, di civîneke rojnamevanî de got: “Amerîkayê 9 şîrket di Afrîqaya başûr, Honk Konk, Çîn û digel 3 kesên Îranî, ku danûstandina malî ya tiştên petrokîmiya Îranê kirine, xistine di nav rêzbenda tehrîmên xwe de.”

Mike Pompeo, bi bê ti îşareyek bi kesekî got: “Şîrketa (Teimînê Îctimaî) a hêzên çekdar ên Îranê û serokê wê şîrketê jî, di nav wan tehrîmanan de ne.

Ji aliyek din, Wezareta Xezanedarî a Amerîkayê, Wezîrê Berevanî yê Sûriyê, Elî Ebdulah Eyûb, bi sedema tundûtîjî encamdan li dijî sivîlan tehrîm kir.

Wezareta Xezanedarî a Amerîkayê, tev hesabên girêdayê Elî Ebdulah Eyûb, di Amerîkayê de daxist û herwisa her danûstandineke malî digel Elî Ebdulah Eyûb, bo hevwelatiyên xwe qedexe kir.

Pêka gotina Saziya Navnetewî, bi sedema şer û pevçûna wê dawiyê di Idliba Sûriyê de heya niha 900 hezar kes aware bûne.

Li pey deh saliya şer di Sûriyê de, sedan hezar kes di wî welatî de hatine kuştin û 10 milyon kes jî aware bûne.