Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 2 endamên Spaha Pasdaran a terorîst tehrîm kir

15:52 - 10 Adar 2021

Wezareta Derve ya Amerîkayê, li 9ê Şibatê, 2 endamên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê bi tawana “binpêkirina mafê Mirov” li hmber binçavkiriyên siyasî, xistine nav lîstê dorpêçan.

“Elî Himmetiyan” bi paşnavê “Reûf”, ku lêpirsê biryargeha “Sarûllah” e û “Mesûd Sefderî” bi paşnavê “Setar” ku lêpirsê Spahê ye, 2 endamên Spaha Pasdaran a terorîst in ku bi tawana “binpêkirina mafê mirov”, ji aliyê Amerîkayê ve hatine tehrîmkirin.

Wan 2 endamên Spaha Pasdaran rolên berçav li azardan û îşkencekirina çalakvanên siyasî û wan neraziyên ku li prosa nariyazyetiyên 2 sal berî niha de hatibûne binçavkirinê, hebûne.

Di meha Sermaweza îsal de, wan 2 endamên Spaha Pasdran a terorîst, di wêneyekê de ku digel beşek ji xwendakar û dersxwanan di hevtîtin digel “Elî Xamineyî” de kiribûn, wêneya wan li ser torên civakî hatibûne belavkirin, ji aliyê çend çalakvanên civakî ve hatibûne naskirin.