Amerîkayê 2 milyon bermîl nefta Îranê ku li gemiyeke neftêş de li nêzî Îmaratê zewt kiribû, piştî veguhastin bo Amerîkayê firotiye.
Belgeyên dadgehên Amerîkayê û herwisa amarên fermî yên dewleta Amerîkayê dide xuya ku, wî welatî 2 milyon bemîl nefta Îranê ku berê di qiraxavên Îmaratê de zewt kiribû, firotiye û pêka belgeyên wê dadgehê Îranê hewl dabû ku, wê neftê di bin navê “nefta Besrê” ji Îraqê veguhaze.
Herwisa belgeyên dadgehê dane zanîn ku Amerîkayê ew neft bo bajarê “Houston” ê li îyaleta “Texas”ê veguhastibû û qasa wê neftê zêdetir ji 2 milyon bermîlan bûye û her bermîlek bi 55 Dolaran firotiye ku gelempera nirxa wê neftê 110 milyon Dolar e.
Nûçegihaniya “Associated Press” daye zanîn ku pêka gotina Ajansa Zaniyariyên Vize ya Amerîkayê, li dawiya heftiya derbasbûyî de, zêdetir ji milyonek bermîl nefta Îranê firotiye.
Herwisa nûçegihaniya “Bloomberg” ragihandiye ku Amerîkayê li demsala zistana derbasbûyî de gemiya neftkêş a bi navê “ACHILLEAS” ku bi alaya welatê Lîberiyayê li qiraxava “Fecîre” li Îramatê de bûye û hilgirê zêdetir ji 2 milyon bermîl neftê bûye û renge ew nefta Îranê be, zewt kiriye.