
Wezareta dadgusteriya Amerîkayê 27 domînên malpêrên ser bi Sipaha Pasdaran a terorîst ku xwastin di helbijardinên Amerîka de destêwerdanan bikin, daxistin.
Rêkvta 14ê Xezelwerê wezareta dadgusteriya Aemrîkayê ragehandiyê ew 27 malper bi sedema belavkirina zaniyariyên nerast hatine daxistin.
Di wê derheqê de di rêkevta 16ê Rezberê wezareta dadgusteriya Amerîkayê di beyaniyekê de belavkiriyê 92 donînên “Internet”ê ku ji aliyê Sipaha Pasdaran a rejîme bo belavkirina zaniyariyên nerast mifah jê girtine reş kirin.
Di wê beyaniyê de hatibû ku ew 92 domînên “Internet”ê ji aliyê wezareta dadgusteriya Amerîkayê bi sedema belavkirina zaniyariyên nerast di cîhanê de hatene reş kirin.
Çar ji wan 92 domînan bi awayekî weşartî xwe di asita nûçegehanên ku cihê baveriyê ne bane nasandin û nûçe belav kirine.
88 li wan domînan ku Sipaha pastaran a rejîmê mifa ji wan digirtin rû bi welatên Ewrupayî , Rojhelata navîn û başûrê rojhelata asiyayê bûne.