Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 3 kes Îranê ceza kir

12:49 - 13 Kanûna Paşîn 2021

Wezareta Dad a Amerîka, 3 kesên Îranî bi sedema hebûna pîlan bo şandina alavên gelek girîng bo rejîma Îranê û dorlêdana dorpêçên Amerîka li ser Îranê, ceza kirin.

Pêka wê daxuyaniyê, 3 kes ku ji sala 2015an heta sala 2017an bi rêya xeletandina kompaniyen Amerîkayê, alavên gelek pêşketî yên berhema Amerîkayê, bi rêya Îmaratê ve bo Îranê şandine.

Nasnama wan kesan, “Areş Yûsifîcem, Emîn Yûsifîcem û Ebdullah Mo`iminî”, hatiye ragihandin

Wezareta Dad a Amerêkayê ragihandiye: “Hekî tawana wan kesan rohn bibe, ew kes bi 5 sal girtîgeh û 250 hezar Dolar û bi sedema binpêkirina yasayên şandinê bi 20 salan girtîgeh û 500 hezar Dolar dê bêne hikimdan.