Roja Sêşemî 22ê hezîranê, Wezareta Dad a Amerîkayê ragihand ku 36 malperên girêdayê rejîma Îranê dayxistine.
Wezareta Dad a Amerîkayê ew 36 malperane bi sedema belavkirina “zaniyariyên çewt û kiryarên tundûtîjiyê” dayxistine.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku Wezareta Dad a Amerîkayê 23 malperên “Yekîtiya Radiyo û televîzyona Îslamî ya IR TVU” û herwisa 3 malperên girêdayê “Ketayîb Hizbullah”ê bi sedema binpêkirina dorpêçên Amerîkayê, dayxistine.
Ji sala 2009an ve, Amerîkayê girûpa “Ketayîb Hizbullah” xiste nav listê reş ên rêkxiravên terorîstî yên welatê Amerîkayê.